Ji bo îro bi hezaran stran, bi hezaran gotin hatin nivîsandin û bi hezaran sal bêrawestan vê rojê pîroz kirin. Belê we pê derxist! Îro Newroz e.! Îro roja bindestan e! Îro roja Kawayê ku li hember Dehak ala xwe hilda bû. Roja Kawayê ku li hember Dehak serkeftî bû. Belê ev cejneka serkeftinê ye û cejna coşbûna gelên bindest e. Ji ber vê yekê,heta neha em bi govend û lîliyan pîroz dikin. Her netewek,bi sembolekê xwe nîşan dide. Bêguman nîşana me yî Kurdan jî Newroz e. Rûpelên dîroka me heta neha bi têkoşîn,şerr û bi xwîn dagirtî ye. Newroz jî yek ji wan têkoşînan e ku di wan rûpelan de cîh digre. Divê em baş bizanin ku Newroz çi peyamê dide me! Divê em vê roja mezin û vê roja serkeftinê pirr baş hest bikin. Peyema herî mezin ku ev roja pîroz dide me; Teqez dê zalim û zordar tune bibin. Peyama ku ev roja mezin dide me;Teqez dê kesên mazlûm biserkevin. Bêguman em wek gelê Kurd vê manewiyatê gelek baş hest dikin. Hest dikin ji ber ku li ber evqas zilm û zordarî yê serî natewî...