Ji bo îro bi hezaran stran, bi hezaran gotin hatin nivîsandin û bi hezaran sal bêrawestan vê rojê pîroz kirin. Belê we pê derxist! Îro Newroz e.!
Îro roja bindestan e! Îro roja Kawayê ku li hember Dehak ala xwe hilda bû. Roja Kawayê ku li hember Dehak serkeftî bû. Belê ev cejneka serkeftinê ye û cejna coşbûna gelên bindest e. Ji ber vê yekê,heta neha em bi govend û lîliyan pîroz dikin.
Her netewek,bi sembolekê xwe nîşan dide. Bêguman nîşana me yî Kurdan jî Newroz e. Rûpelên dîroka me heta neha bi têkoşîn,şerr û bi xwîn dagirtî ye.
Newroz jî yek ji wan têkoşînan e ku di wan rûpelan de cîh digre. Divê em baş bizanin ku Newroz çi peyamê dide me! Divê em vê roja mezin û vê roja serkeftinê pirr baş hest bikin. Peyema herî mezin ku ev roja pîroz dide me; Teqez dê zalim û zordar tune bibin. Peyama ku ev roja mezin dide me;Teqez dê kesên mazlûm biserkevin.
Bêguman em wek gelê Kurd vê manewiyatê gelek baş hest dikin. Hest dikin ji ber ku li ber evqas zilm û zordarî yê serî natewînin. Hest dikin ji ber ku em li ber evqas astengiyan bêrawestan vê rojê dîsa pîroz dikin. Belê hest dikin ji ber ku li ser wê navê bi hezeran stran dinivîsin. Em hest dikin ku ev roj rojeka serkeftinê ye lewma bi govend û lîliyan pîroz dikin.
Ne pêkan e ku her kes vê manewiyatê hest bike.... Ji bo bihê hestkirin divê di rûpelên dîrokê yên bixwîn û têkoşînê de cîh bigrin......
Îro roja ji nûve hebûna têkoşînê ye,îro roja serkeftineke mezin e,îro roja tunebûna zalim û zordaran e.
Em ê îro wek balyozê Kawa bi govendê erd û esman bihejînjn. Îro em ê wek balyozê Kawa bi lîliyan perikê guhan qul bikin. Wek balyozê Kawa em ê denvedana Newrozê li hemş cîhanê bidin hest kirin. Em ê guhên hemî zilimkaran biçingînin!...
Mixabin vê salê ji ber bûyerên neyînî yên Giloverî cîhanê em ê li qadan Newrozê pîroz nekin! Lê ez bawer im gelê me di mal de bibe jî,tenha bibe jî wê teqez bi govend û lîliyan pîroz bike.
Tengasî û zilmên neyar ticarî nebûn astenga pîrozkirina Newrozê. Ma wê Vayros bibe astengî? Qet bawer nakim! Gelê min bi tenha serê xwe bibe jî teqez wê rêyekê bibîne û cejna xwe pîroz bike.
Divê berban û bexçeyên me hemiyan bi ahenga Newrozê deng bide. Kesên ku bexeçeyên wan hebe li bexçe,kesên ku berbanê wan hebe li berban,hetanî di paceyên xwe de jî divê em her deverî bikin cejna Newrozê.
Ez bawer im ku Newroza îsal,li ber Newrozên borî de wê cudatir û biwate bibe. Bi rastî îsal em ê peyameke mezin bidin cîhanê,çi dibe bila bibe dawî nexweşîn jî bibe vê roja mezin divê em pîroz bikin. Cejna têkoşîn û serkeftinê herî baş waha şewq dida.
Yorumlar
Yorum Gönder