Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Ağustos, 2020 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

HÊVİYA SERHADO

  Wek ku ji sernava mijarê jî diyar e, ez ê qala Serhado bikim. Gelo ez ê karibim di derbarê wî de binivîsim an ez ê çiqas karibim binivîsim nizanim lê heta hibra min têr bike ez ê binivîsim. Serhado her çiqas ne berhemderê yekem ê Rapa Kurdî be jî, yên wekî min bi milyonan Rapa Kurdî bi Serhado nas kirin. Ger bi taybetî li ser xwe binirxînim, ne bitenê Rapa Kurdî, bi giştî Muzîka Rapê min bi stranên Serhado heta şeveqan bi guhdarkirinê nas kir. Vê çandê û vê Muzîkê bi min Serhado da hez kirin. Bi “Xewna Jîyan, Xeyala Evîn, Bihûşta Xeyalan” dest pê kir û niha jî bi Albûma xwe a 4’em bi navê “Hêvî” li pêşberî me ye. Albûm, ji 5 stranên EP pêk dihên. Di her 5 stranan de mijarên cûda hene, min got mijarên cûda hene ji ber ku di Albûmê de bi her awayî nêzîkî jiyana mirovan dibe. Wek her Albûma xwe di vê Albûmê de jî hûner afirandiye. Heger hûn dixwazin bizanin hûner çi ye, stranên di Albûma Serhado de guhdar bikin. Bi taybetî ev Albûm wan kesên ku dibêjin “Muzîka Rap ne hûner e” rûreş ...