Wek ku ji sernava mijarê jî diyar e, ez ê qala Serhado bikim. Gelo ez ê karibim di derbarê wî de binivîsim an ez ê çiqas karibim binivîsim nizanim lê heta hibra min têr bike ez ê binivîsim.
Serhado her çiqas ne berhemderê yekem ê Rapa Kurdî be jî, yên wekî min bi milyonan Rapa Kurdî bi Serhado nas kirin.
Ger bi taybetî li ser xwe binirxînim, ne bitenê Rapa Kurdî, bi giştî Muzîka Rapê min bi stranên Serhado heta şeveqan bi guhdarkirinê nas kir. Vê çandê û vê Muzîkê bi min Serhado da hez kirin.
Bi “Xewna Jîyan, Xeyala Evîn, Bihûşta Xeyalan” dest pê kir û niha jî bi Albûma xwe a 4’em bi navê “Hêvî” li pêşberî me ye. Albûm, ji 5 stranên EP pêk dihên. Di her 5 stranan de mijarên cûda hene, min got mijarên cûda hene ji ber ku di Albûmê de bi her awayî nêzîkî jiyana mirovan dibe. Wek her Albûma xwe di vê Albûmê de jî hûner afirandiye.
Heger hûn dixwazin bizanin hûner çi ye, stranên di Albûma Serhado de guhdar bikin. Bi taybetî ev Albûm wan kesên ku dibêjin “Muzîka Rap ne hûner e” rûreş dike. Gotinên stranên wî, wateyên kûr û mirovên di jiyanê de çi pirsgrêkan dibînin, bi awayekî hostayî dihêne ziman.
Min stranên di Albûmê de gelek caran guhdar kir, Albûm, şopa roja me î niha hildigire û ev ji bo Rapa Kurdî pêşketineke mezin e û bi vî awayî diyar e ku Rapa Kurdî pêşve diçe û roj bi roj mezin dibe.
Ez ne xwedî zanîna Muzîka Pisporî me lê ez guhdarvanekî baş im. Min Beat’ên ku di Albûmê de bikaranîne pir eciband, ahengên wî bala guhdarvanan dikêşîne.
Keda wî gelek e li ser Muzîka Kurdî. Wisa dide xuyakirin ku armanca wî ne çêkirina Rapa bi Kurdî ye, armanca wî “RapaKurdî” ye. Dema ku min nû bihîst armanca wî ev e, min got gelo çi dibêje? Paşî min fêhm kir ku armanca wî ji bo me avakirina çandeka Kurdî ye...
Min fikirî, gelo tiştê ku dixwaze û tiştê ku dibêje yek in? Min dît ku hêzeke xurt di navbera daxwaz û gotinan de heye. Hûn jî dikarin guhdar bikin, li hev hatina çanda Kurdî û çanda HîpHop’ê bi awayekî hostayî aniye nav hev.
Ger em qala Flowê bikin,ez bawerim ne hêsan e mirov li ser Beatekê Flowên wisa ava bike... Wek guhdarvanekî baş dema min guhdar kir, Rhymên Double jî bala min pirr kişandin. Bi taybetî Albûmeke wisa xweş çêbûye ew kesên ku bibêjin “ma Rap bi Kurdî çêdibe?” dê şerm bikin. Rhymên Double ne karê her kesî ye.
Herwaha tiştekî din bala min kişand. Autotune’ê zêde bikar neaniye di tehmê de hiştî ye. Ez bi giştî li Rapê guhdar dikim, mînak Rapvanên Tirk di vê mijarê de ne serkeftî ne. Ewqas zêde bikar dihênin, mirov dema guhdar dike dibêjî qêy stranê ne mirovek dibêje robetek dibêje. Stran her çiqas baş be jî, bi vî awayî pirr nexweş dihê guhê mirov. Ez wisa difikirim di derbarê Autotone’ê de. Bi giştî min Albûmê pirr eciband, hêvîdar im Serhado me li bendê nehêle û em xebatên nû guhdar bikin. Ji bo vê Albûma xweşik gelo vîdeo kilîbek difikire nizanim lê heger ji bo vê Albûmê vîdeo kilîbekê çêbike wê pirr xweştir bibe.

Yorumlar
Yorum Gönder